Ahmet Aydın
30 Îlon 2016•Rojanekirin: 01 Cotmeh 2016
ANKARA
Di çarçoveya Operasyona Mertala Feratê da, 99 hedefên DAEŞê ku bi wasiteyê keşfê û çavdêriyê hatin tesbîtkirin, ji aliyê endamên piştgiriya lê teqandinê va 291 caran bi Firtina û 23 ÇNRê êrîş hat kirin.
Di daxuyaniya sererkaniyê da derbarê 38emîn roja Operasyona Mertala Feratê zanyarî hat dayîn.
Li gorî daxuyaniyê, 30ê îlonê roja înê heta seat 18.00an di çarçoveya pêşhatên ku qewimîn da, li hêla Azez-Raiyê di navbera Koma Hêza Erka Taybet ku ji mixalifan pêk tê û DAEŞê da li Uwayşiyah, Cubban, Tel Atiyah,û Tel Aşahê şer û pevçûn gurr bûn.
Herwiha di çarçoveya Operasyona Mertala Feratê da, 99 hedefên DAEŞê ku bi wasiteyê keşfê û çavdêriyê hatin tesbîtkirin, ji aliyê endamên piştgiriya lê teqandinê va 291 caran bi Firtina û 23 ÇNRê êrîş hat kirin.
Di çarçoveya Operasyona Mertala Feratê da, hêzên hevpeymaniyê li dijî endamên DAEŞa rêxistina terorê li Railê (3) li Turkmen Bari (2) li Şuwayrîn û Ghuzê 7 operasyonên asmanî li dar xistin û di encamê da li gor tesbîtên sereke 3 endamên DAEŞê hatin kuştin. Herwiha 3 avahî, 2 mewziyê berevaniyê, depoyek, 2 teqemeniyên destî û hejmarek çek û çekemenî hatin îmhakirin.
Di çarçoveya Operasyona Mertala Feratê da, Firokeyên TSKê 6 hedefên li Tel Atiyah, Uwayşiyah û Cubbanê bombebaran kirin. 6 avahiyên ku DAEŞa rêxistina terorê weke baregehê bikardanîn digel cebilxaneya wan hatin îmhakirin.