30 Îlon 2016•Rojanekirin: 01 Cotmeh 2016
GAZÎANTEP/HELEB
Piştî ku Cerablûs di çarçoveya operasyona Mertala Feratê bi destê Artêşa Suriyeya Azad (ASA) ji DAEŞê hat paqijkirin, sûriyeyên ku bi sedema fişarên rêxistina terorê xwe spartin vî bajarê rizgarbûyî, bertek nîşanî PYDya şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê dan.
Operasyona Mertala Feratê ya ku ji aliyê Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê û Hêzên Asmanî yên Hevpeymaniyê va bi hevbeşî tê ajotin berdewam e. Navçeya Cerablûsa girêdayî Wîlayeta Helebê ku di vê çarçoveyê da ji aliyê hêzên navborî va hat paqijkirin, ji malbatên ku ji ber zordestiya hêzên rejimê û rêxistinên terorê direvin ra bo sitargehek.
Sûriyeyiyên ku bi taybet ji ber fişarên PYDya rêxistina terorê direvin xwe dispêrin vî bajarî û bi mebesta berteknîşandanê dijî rêxistina terorê, piştî nivêja îniyê li Qada Serayê civiyan. Koma ku jin û zarok jî di navê da bû, bi alayan û bi xwendina diruşmên weke "azadî bo Sûriyeyê, PYD derkeve" demeke dirêj meşiyan.
Koma ku heta Qada Îstasyonê meşiya bertek nîşanê PYDya rêxistina terorê da û xwepêşandan nêzîka 2 seatan ajot.

- "Sûriyeyî dixwazin bi azadî bijîn"
Tumena Sultan Murad ku di azadkirina navçeya Cerablûsa girêdayî Wîlayeta Helebê da roleke giring sitend, Fermandarekî wê bi navê Îsmaîl Ereb ji nûçegihanê AAyê ra axivî anî ziman ku Sûriyeyî îdî dixwazin bi azadî bijîn û ji ber vê yekê li dijî PYDya zordest rabûne ser pê.
Ereb destnîşan kir ku di wê baweriyê da ne ku ev rewşa neyênî wî biqede û wiha got, "Sûriyeyî dixwazin PYD ji navçeyên Şiyûx û Sirînê vekişin. Bi îzna Xwedê PYD û DAEŞ wê ji van deran bêne derxistin."

Yek ji Fermandarê Feyleqa Şamê Îsam Naîf jî îfade kir ku PYDê bi fişaran gelek gundên erebnişîn vala kiriye û anî ziman ku bi mebesta protestokirina vê rewşê ev xelk li vêderê civiyaye.
Kesekî bi navê Muhemmed Henas ku ji navçeya Şiyûxê bi sedema fişarên PYDê koç kiriye, anî ziman ku wê tu carê bi vê rêbazê razî nebin û wê li hember wan bi serkevin.