ANKARA
Anadolu Agencyê bi hinceta ku qunciknivîsa der barê Serokê Lijneya Birêvebirinê û Midûrê Giştî yê AAyê Kemal Ozturk de hat nivîsandin de "şeref û heysiyeta Ozturk binpê dike" ji rojnameya Aydinlikê re nivîsa tekzîbê şand û xwest ku nivîsê sererast bikin û bersiv bidin.
Ji aliyê parêzera AAyê Şerîfe Gul Ariman ve bi navbeynkariya noterê hişyarname hat şandin û hat diyarkirin ku îro di rojnameya Aydinlikê de di rûpela 15an de qunciknivîseke bi navê "Zarokên duh bi lez dest pê kirin" ku ji aliyê Mûrat Şîmşek ve hat nivîsandin, hat weşandin.
Di hişyarnameyê de hat gotin ku naveroka vê nivîsê ji rastiyê dûr e û tu bingeheke wê ya qanûnî tuneye û şeref û heysiyeta Ozturk tê binpêkirin.
Di hişyarnameyê de li gor madeya 14emîn a Qanûna Çapemeniyê hat xwestin ku ev bersiv û sererastkirin bê weşandin:
"Di çapa rojnameya Aydinlikê ya 17ê îlona 2014an de di rûpela 15an de ji aliyê Mûrat Şîmşek ve bi serenava "Zarokên duh bi lez dest pê kirin" qunciknivîsek hat nivîsandin. Di vê nivîsê de daxuyaniyên dûrî rastiyan ku îtibara mirov dişkînin, yên ku wek êrîşa li ser mafên şexsiyetê ne û nayên qebûlkirin hene. Ji ber van gotinan hewceyî çêbû ku raya giştî bê agahdarkirin.
Naveroka nivîsê ji bingeha hiqûqî dûr e û tê de gotinên dûrî rastiyê hene. Gotinên di nûçeyê de yên wekî "(Li gor gotegotan) Dosyeyeke ku tê de îdiayên curbicur ên der barê Ozturk de hene pêşkêşî Tayyîp Erdogan kirin. Erdogan jî telîmat da Lijneya Teftîşê ya Serokwezîrtiyê, pişt re ji Arinç xwest ku Ozturk ji kar dûr bixe. Lê belê Bulent Arinç piştgiriya Ozturk kir û wî ji kar dûr nexist" bi tu awayî rast nînin û armanca van gotinan ew e ku muwekkîl rûreş derxîne. Lijneya Teftîşê ya Serokwezîrtiyê der barê muwekkîl Anadolu Agency û der barê birêvebirên wê de tu dosye amade nekirine û tu lêkolîn jî nehatine kirin. Dixwazin ku bi çîrokeke çêkirî der barê Anadolu Agency û Serokê Lijneya Birêvebirinê û Midûrê Giştî yê AAyê de gumanan çêbikin. Der barê kesên ku êrîşî mafê şexsiyata muwekkîlan dikin de dê serî li rêya qanûnî bidin.
Ji ber nûçe û şîroveyên ku raya giştî dixapîne û tu bingeheke wê ya rast tuneye raya giştî tê agahdarkirin."