NEW YORK
Piştî ku DÎŞIyê li ser înternetê daxuyand ku ew ê êrîşê bibin li ser New Yorkê, li bajêr di serî de Meydana Timesê li gelek cihan tevdirên ewlehiyê hatin dîtin.
Li ser banga DÎŞIyê ya ku got ew ê êrîşê bibin li ser New Yorkê, hêzên ewlekariyê yên amerîkî polêsên xwe yên ku perwerdeyeke taybet dîtine şandin cihên girîng ên New Yorkê.
Polêsan bi kuçikên xwe yên ku perwerdeya taybet dîtine û dedektoran ve bi taybetî jî cihên ku turîst lê ne tevdîr stendin.
Polêsan der barê tevdîrên xwe de agahî dan çapemeniyê.
Şefê Buroya Ragihandinê ya Şaxa Polêsan a New Yorkê Joseph Fox û heyeta polêsan a bi wî re bi hûrgilî tevdirên ji bo bajêr dîtine ji çapemeniyê re ragihandin.