Davit Kachkachishvili
10 Hezîran 2022•Rojanekirin: 11 Hezîran 2022
Ekîba Ajansa Anadoluyê (AA) li herêma bajarê Xarkîva ku bajarê herî mezin ê duyemîn ê Ukraynayê ye û artêşa Ûris û ya Ukraynayê lê şer dikin, dîmen, wêne û geşedanên dawîn ên diqewimin kişandin.
Li eniyên bi qasî 30 kîlometre ji navenda bajarê Xarkîvê dûr in herdu alî bi piranî topên hewanê û wesayîtên bêmirov ên hewayî bi ser hev va dişînin û li eniyê pirî caran dengê teqînan tê bihîstin.
Ji 24ê Sibatê ku şer dest pê kir heya hêzên Ûris û yên Ukraynayê li ser vê xeta eniyê li hemberî hev in.

Eskerên Ukraynayê di stargehan da dimînin û 24 saetan nobetê digirin û li herêmê germahiya hewayê jî zêde dibe.
Ji ber teqînan li herêmê du radibe û piraniya gundiyan malên xwe terikandine lê hinek kal û pîrên ku nikarin bi cihekî va herin ji cî û warê xwe derneketine û kar û barên xwe yên rojane didomînin.
Di rojên dawîn da hema bêje her roj hêzên Ûris bi moşekan êrîşî bajarê Xarkîvê dikin.
Di şer û pevçûnê da hêzên herdu aliyan nayên hemberî hev û ji dûr va topên hewanê diavêjin.

Eskerekî Ukraynayê yê bi navê Roman (49) ku nexwest paşnava xwe bide û di stargehekê da dimîne got ku şer niha zêdetir bi êrîşên top û hewanê dewam dike.
Roman ragihand ku li herêmê şer bi firoke û wesayîtên hewayî yên bêmirov dewam dike.
Ji eskeran Aleksander Zalezniyak got ku şer û pevçûn 24 saetan dewam dike û bi meha ye ku wî jin û zarokên xwe nedîtine.