HELEB
Anadolu Agencyê (AA) li rojavayê Kobanêyê dîmenên pevçûnên di navbera hêzên kurdan û DÎŞIyê de kişand.
Pevçûnên li Kobanêyê li rojhilat û rojavayê Kobanêyê dewam dikin. Şoreşgerên Reqayê yên Mixalif jî piştgiriyê didin hêzên kurdan û hêzên kurdan êrîş birin ser girê Tel Şeîrê û kozikên DÎŞIyê yên li dorberê.
Hêzên kurdan di xendekên ku kolandine de guleyan berdidin kozikên DÎŞIyê û li rojhilatê Kobanêyê jî pevçûnên di kuçeyan de dewam dikin.
Balafirên şer ên hêzên koalîsyonê jî bombeyan davêjin ser kozikên DîŞIyê.