Walîtiya Şanliûrfayê da zanîn nûçeyên dibêjin ku "Milîtanên DAEŞê yên ku êrîşa xwekujiyê ya li Kobanêyê kirin ji ser Tirkiyeyê re çûn herêmê" rast nînin.
Walîtiyê daxuyaniyeke nivîskî da û da zanîn ku agahiya endamên DAEŞa rêxistina terorê berdestê sibê saet 05.00an de ketin Kobanêyê û bi wesayîteke bombebarkirî êrîşa xwekujiyê kirin, bi dest xistin.
Hat ragihandin ku 41 kesên ku di teqînê de birîndar bûn ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê ji bo dermankirinê anîn Tirkiyeyê û wiha hat gotin:
"Nûçeyên dibêjin ku milîtanên DAEŞê yên ku êrîşa xwekujiyê ya li Kobanêyê kirin ji ser Tirkiyeyê re çûne Kobanêyê rast nînin. Ev îdia bêbingeh in û daneyên di destê me de îspat dikin ku endamên rêxistinê ji Cerablûsa bajarê Sûriyeyê ketine Kobanêyê. Dîmenên der barê vê yekê de jî dê di demek nêz de bi raya giştî re bên parvekirin. Dibe ku hin kes bixwazin rewşa hesas a li herêmê provoke bikin, gelê me bila ji ber vê yekê eqlêselîm be."