Sarp Özer
28 Berfanbar 2021•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2021
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusi Akar got, "Em geşedanên li Bosna Hersekê ji nêz ve dişopînin. Armanc, meqsed û awayê wê çi dibe bira bibe hewldanên cudaxwaziyê bi kêrî tu kesî nayê. Lewma jî em timî dibêjin 'yekîtî, bihevratî'. Em dixwazin Bosna Hersek mewcûdiyeta xwe bidomîne."
Akar li Saraybosnayê ku ji bo ziyareta fermî lê ye, Serokatiya Heyeta Temsîla Tirk a Bosna Hersekê ziyaret kir. Dema gihîşt yekîtiyê, silav da yekeya merasimê, deftera şerefê ya yekîneyê îmze kir, brîfîng sitand û telîmat da.
Akar xîtabî personelê Serokatiya Heyeta Temsîla Tirk a Bosna Hersekê jî kir û bal kişand ser peywira ku tê kirin. Akar bal kişand, eskerên Tirk ên ku li vir peywirê dikin, li aliyekî va welatê xwe temsîl dikin, ji aliyekî din va jî peywireke girîng tînin cih. Akar her wisa bal kişand ser raboriya dîrokî û nirxên hevbeş ên di navbera Tirkiye û Bosna Hersekê da.
Akar diyar kir ku eleqeya Tirkiyeyê ya bo Bosna Hersekê timî zêde dibe û wiha domand, "Yekîtî û îstiqrara vir ji bo hemû balkanan û ji bo me girîng e. Ji bo domandina mewcûdiyeta Bosna Hersekê û her wiha aramî û îstiqrara însanên wê, çi ji destê me hat me kir û em ê bikin jî."
Wezîr Akar behsa pirsgirêkên berê yên li welêt çêbûne kir û got Bosna Hersek niha di qada siyaset, civakî, aborî û eskerî va gelekî pêşva çûye û wiha dewam kir: "Em hêvî dikin ev destkeftî ji dest neçin. Birêz Serokomarê me bi her wesîleyê va tîne ziman û em behsa îstiqrara Bosna Hersekê dikinç Em geşedanên li Bosna Hersekê ji nêz va dişopînin. Armanc û meqsed çi dibe bila bibexêra hewldanên cudakar ji kesî ra tune. Ji ber vê em her tim dibêjin yekitî û hevrabûn. Em dixwazin Bosna Hersek hebûna xwe biparêze."
Akar der barê xebatên ji bo Hêzên Çekdar ên Bosna Hersekê pêşva herin tên kirin da jî axivî û got wezîfeya têmsîliyetê zehmet û girîng e û wiha dewam kir: Şaşiyeke herî biçûk jî wê li ser Hêzên Çekdar a Tirkan bê hesibandin. Ji ber vê divê hûn hesas bin. Perwerdeya we, dîsîplîna we, temsîlîyeta we ya Hêzên Çekdar a Tirkan pir girîng e û divê hûn bibin mînak."
Wezîr Akar sersala personelan jî pîroz kir û got divê ji bo şewba koronayê jî her kes baldar be.
Piştî ziyaretên fermî Akar ji Bosna Hersekê derbasî Kosovayê bû.