Komsîç û Îzzetbegovîç ji bo rûdanên ku li welêt diqewimin bangî welatiyan kir ku welatî bi eqlê selîm tevbigerin û tev şer û şidetê nebin.
Komsîç di axaftina xwe de diyar kir ku çareseriya pirsgirêkên welat, bi alîkariya Hirvatistan, Sirbistan û biyaniyan ve pêkan e ku çareser bibe û wiha dewam kir: "Civakên navneteweyî dikarin bi rêgezên welatê ve alîkariya me bikin. Welatên cînarên me, divê bi meseleyên me re eleqedar bibin."
Komsîç, destnîşan kir ku li welêt heke çalakî dewam bikin, ew dê îstifa bike.
Lê Îzzetbegovîç gotina Komsîç qebûl nekir û wiha got: "Welatiyan di hilbijartinê de rayên xwe dan min. Ez ji bo îstikrar û ewlehiya welêt berpirsiyar im. Heta ku wazîfeya min dewam bike ez ê îstiqrar û ewlehiya welêt biparêzim. Welatî nan û edaletê dixwazin û ji bo vê jî gavên ku lazimin divê bi awayekî lez bên avêtin."