06 Îlon 2017•Rojanekirin: 06 Îlon 2017
ŞANLIURFA
Li Til Ebyada navçeya Reqaya bajarê Sûriyeyê alaya DYAyê û pîneyên rêxistinê yên ku PKK/PYDyê di ser avahiya gumrikê da darda kiribûn hatin rakirin.
PYDya şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê li Til Ebyada ku di kontrola wê da ye alaya DYAyê û pîneyên rêxistinê di ser avahiya gumrikê û hin ciyên li sînor da darda kiribû. Îro ji Eqçeqeleya navçeya Şanliurfayê hat dîtin ku ala û pîne li ciyên xwe tunin.
Li herêmê tevdîrên ewlehiyê yên hêzên ewlekariyê jî dewam dikin.
Til Ebyada ku berê di kontrola DEAŞa rêxistina terorê da bû di 15ê hezîrana 2015an da ketibû destê PKK/PYDya rêxistina terorê.