Elif Orhan
19 Îlon 2018•Rojanekirin: 22 Îlon 2018
SEMERQEND
Alimê hedîsê yê navdar Mihemed Awwame li Semerqenda bajarê dîrokî yê Ozbekistanê Kulliyeya Îmam Bûxarî ziyaret kir.
Awwame û heyeta pê re ji bajarê dîrokî Semerqendê dest bi têkiliyên xwe yên li Ozbekistanê kir.
Awwame pêşî kulliyeya ku gora Îmam Bûxarî ya nêzî Semerqendê ziyaret kir, gelek alimên Ozbek pêşwaziya Awwame kirin. Awwame bi refekata Îsmaîl Mihemed Sadiqê alimê Ozbek kulliye ziyaret kir û welatiyên Ozbek eleqeyeke mezin nîşanî Awwame dan.

- Li ser gora Îmam Bûxarî dersa Bûharî
Awwame tirbeya Îmam Bûxarî ziyaret kir û dia kir û ji hedîsên ku di pirtûka Sehîhê Bûxarî ya Îmam Bûxari de cî digirin ji civaka ku di nav de alimên Ozbek jî hene mînak xwendin.
Awwame pişt re Navenda Îmam Bûxarî ya navneteweyî ziyaret kir û wir xitabî xwendekarên ku tehsîla Qur'ana Pîroz û îlma hedîsê tehsîl dikin kir.

Awwame di axaftina xwe ya vir de bal kişand ku Îmam Bûxarî ji van axan derketiye û tirba wî jî li van axan e û got ku "Ev welêt ji ber ku Îmam Bûxariyê ku hemû alema îslamê pê serbilind e derxistiye bi awayekî mafdar serbilind e."
Mihemed Awwame kî ye
Mihemed Awwame di 24ê kanûna paşîn a 1940î de li Helebê hat dinyayê û piştî ku ji Medreseya Şebaniyeyê ya Helebê mezûn bû li Zanîngeha Şamê di Fakulteya Şerîetê de xwend. Awwame piştî ku zanîngeh xilas kir li Enstîtuya Îlmên Şerî ya Medreseya Şebaniyeyê xocetî kir û pişt re jî bar ki Erebistan Siûdî. Awwame li Zanîngeha Îslamê ya Medîneyê û Cîddeyê Zanîngeha Qral Ebdulezîz de ders dan. a

Awwame li ser rêça Mihemed Zahid el-Kewseriyê alimê Osmaniyan a navdar diçe û xoceyên ku Awwame herî zêde di bin tesîra wan de maye Ebdullah Sîracuddînê ni mifessir û miheddîsên navdar ên Şamê û Ebdulfettah Ebû Xuddeyê telebeyê herî meşhûr ê Zahid el-Kewserî ye.
Awwame li Zanîngeya Îslamê ya Medîneyê Navenda Lêkolînên Îlmî ava kir û li saziyên akademîk ên wekî Enstîtuya Hedîsê ya Heseniyye ya li Mexribê ya Zanîngeha Ezherê ya Misrê, Yekîtiya Fiqha Îslamê ya Hînd a li Hîndistanê wek hîndekarê mêvan cî girt. Her wiha li Malezya, Endonezya, Afrîkaya Başûr û welatên din navendên lêkolînên akademîk ên ku li ser navê Awwame hatine avakirin hene.