Türkan Tosun
20 Îlon 2018•Rojanekirin: 24 Îlon 2018
ANKARA
Saziya civakî ya sivîl Save the Children (Zarokan Biparêzin) a ku navenda wê Îngiltere ye daxuyand li Yêmenê bi milyonan zarok ji ber şer birçî ne.
Saziyê di rapora xwe de got li Yêmenê hê ji 3 paran 2 parê nifûsê birçî ye, heke bajarê Hudeydeyê ya di destê Husiyan da ye û ji hêla hêzên koalîsyonê va hatiye dorpêçkirin bê bidestxistin û bendergeh bê girtin ev rêje wê zêdetir be.
Di raporê da hat destnîşankirin ji sedî 80yê alîkariyên mirovî ji Bendergeha Hudeydeyê digihîje welêt, heke bendêrgeh bê dagirkirin rê li ber sewqiyata alîkariyan bê girtin, bihayê xurek û mazotê jî wê zêde be. Ev jî wê bibe sedem ku li welêt milyonek zarok bi talûkeya birçîbûnê ra rû bi rû bimînin.
- "Dergûş wisa lawaz in nikarin bigirîn"
Rêvebira Payebilind a Save the Children Serokwezîra Danîmarkayê ya Berê Helle Thornîng-Schmîdt bal kişande ser pirsgirêka kêmasiya xurek û birçîbûnê û wiha got: "Li welêt bi milyonan zarok nizanin ka ewê daneke din pariyek nan bixwin an na. Ez li bakurê Yêmenê çûm ziyareta xweşxaneyekê. Dergûş wisa lawaz bûbûn ku nikaribûn bigirîn jî, bedena wan ji ber birçîbûnê heliyabû."
Thornîng-Schmîdt got bûyerên li Hudeydeyê diqewimin wê tesîrê li ser giştiyê Yêmenê bike û wiha axivî: "Di vê bendergehê da heke di sewqiyata xurek, mazot an jî amurên hewcedariyê da pirsgirêkeke biçûk jî çêbibe bi hezaran zarok wê kêm xwarinê bixwin, lewra xurekên ji bo ew bijîn hewce dike wê bi têra xwe dest nexin."