ANKARA
Serokwezîr Davutoglu got "Her dem alternatîfeke sêyemîn û rastîn heye, ew jî Sûriyeyeke demokratîk e. Avakirina Sûriyeyeke nû ew e ku hemû sûriyeyî dikarin wir di nav biratiyê de bi hev re bijîn."
Davutoglu di hevdîtina xwe ya bi endamên hikûmeta berwext û Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê (KNS) a li Ankara Palasê de axivî. Davutoglu diyar kir ku ne mimkûn e ku mirov Hatayê ji Lazqiyeyê, Nisêbînê ji Hesekêyê cuda bibîne û got "Dema em ji van hemû aliyan lê dinêrin di seranserê dîrokê de gelên Tirkiye û Sûriyeyê mil dane milên hev, ev gel dê îro jî di van rojên dijwar de dîsa mil bi mil li bal hev in."
Davutoglu da zanîn gelê Sûriyeyê ev 4 sal in sembola berxwedan û têkoşîneke ku dîroka mirovahiyê kêm caran dibîne ye û bi bîr xist ku rejimê digel hemû hewldanên Tirkiyeyê bertekên mezin nîşanî daxwaza gel a ji bo azadî û jiyaneke aştiyane û bi rûmet da.
Davutoglu got ku di remezana 2011an de di ziyareta xwe ya dawî a Sûriyeyê de dît ku li Heleb, Hûmûs û Şamê dît ku gel çiqas bi fikar e û wiha axivî:
"Min dema dît ku gelê ku ji terawîhê derket çawa bi qetlîaman re rû bi rû ye û bi vî awayî jiyana xwe berdewam dike, ez gelekî xemgîn bûm. Em di nav xemgîniyeke mezin de ev çar sal in ku şahidiya êş û azara gelê Sûriyeyê ya dost û bira dikin. Wan digel her cure êşê, digel tank, fuzeyên sûcê, bombebaranê û çekên kimyewî yên ku sûcê mirovahiyê ye serî netewand, bi awayekî bi rûmet daxwazên xwe anî rojevê. Wan di nav xwe de rêxistinek ava kir û KNSê ava kirin."
-"KNS nûnerê herî meşrû ye"
Serokwezîr Davutoglu destnîşan kir ku KNS nûnerê herî meşrû ya gelê Sûriyeyê ye û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Heta niha 300 hezarî zêdetir birayên me mirin, 4,5- 5 milyon birayên me li derveyî Sûriyeyê bûn penaber. Em niha mazûvantiya 1,7 milyon birayên xwe yên sûriyeyî û 300 hezar jî iraqiyan dikin. Di vê mijarê de helwesta Tirkiyeyê diyar e. Ez dixwazim ku cardin di 4emîn salvegera şoreşê de ji we re ji we nûnerên KNSê re helwesta bi prensîb a gel û hikûmeta Tirkiyeyê destnîşan bikim. Gelê Sûriyeyê birayê me yê ezelî û ebedî ye."
-"Silêyman Şah û cihê wî emanetê we ye"
Serokwezîr Davutoglu li ser Peymana Enqereyê sekinî û bi bîr xist ku cihê ku Tirbeya Silêyman Şahê ku ecdadê Tirkiyeyê ye û mezinê gelê Sûriyeyê ye jî wek axa Komara Tirkiyeyê tê qebûlkirin û ew mekan emanetî gelê Sûriyeyê ye.
Misteşarê MÎTê Hakan Fîdan, Misteşarê Wezareta Karên Derve Ferîdun Sînîrlioglu û Arîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Yasîn Aktay jî beşdarî hevdîtinê bûn. Di vê navberê de Serokwezîr Davutoglu beriya ku bikeve Ankara Palasê bi jinekê re axivî, destê jinikê ramûsand û gotê ku ez ê bi te re eleqedar bibim.