VAN
Nehîr Aslana ku ji vir 4 meh û nîv berê li Gurpinara navçeya Wanê winda bibû hat dîtin.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, Nehîr Aslana 4 salî ya ku dema li ber deriyê mala xwe dilîst û winda bibû, di hezegeke kûrahiya wê metreyek e û 50 metreyî dûrî mala wê ye da bi destê welatiyan hat dîtin û haya malbata wê pê xistin.
Erkan Aslanê bavê Nehîrê hat hinda hezegê û Nehîr ji kincên wê teşhîs kir paşê jî haya cendirmeyan pê xist.
Ekîbên Lêkolîna Dewsa Bûyerê yên Cendirmeyan hatin gund û li dewsa bûyerê dest bi lêkolînan kirin û lêkolîn hê dewam dikin.
Bûyer
Nehîr Aslana 4 salî ji vir 4 meh û nîv berê di 29ê cotmeha 2014an da li taxa Kirkgeçîtê ya Gurpinarê dema li ber deriyê mala xwe dilîst, winda bibû. Ji bo dîtina Nehîrê ekîbên AFADê û cendirmeyên siwar li nav taxê û dorberê taxê 20 rojan lêgerîn kiribûn.