NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Martîn Nesîrky diyar kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Rûsya li hev bikin dibe ku wê demê Îran jî dewetî Konferansa Cenewre-2yê bê kirin.
Nesîrsky di civîna çapemeniyê de da zanîn ku ji bo qeyrana Sûriyeyê bê bidawîkirin NY xebatên xwe didomîne.
NY ji bo çareseriyê di 22ê çileya paşîn de dê li Montroyê Konferansa Cenewre-2yê li dar bixe. Nesîrky da zanîn ku heta niha 30 welat ji bo konferansê ji aliyê NYyê ve hatine dewet kirin û li ser beşdarbûna Îranê jî sekinî û wiha dewam kir: "Sekreterê Giştî yê NYyê Ban Kî-Mûn û Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Yekîtiya Ereban û NYê El-Exdar el Îbrahîmî jî dixwazin ku Îran beşdarî konferansê bibe. Xwedîmalê konferansê NY ye lê ji bo beşdarbûna Îranê lazim e ku DYA û Rûsya li hev bikin. Yanî ev her du dewlet li hev bikin wê demê dê Îran jî bê dewetkirin.