HEWLÊR
Balafirên Hêzên Hewayî yên Iraqê danezanên "Operasyona Rizgarkirina Mûsilê" li xelqê Mûsilê belav kirin.
Di danezanên ku Wezareta Karên Navxweyî ya Iraqê amade kir de wiha hat gotin: "Hemû gavên ku hikûmetê ji bo Mûsilê biavêje ji bo pêşeroj û azadiya wî xelqê birûmet e. Ev ji bo me ya herî girîng e. Terorîstên DAEŞê salek beriya vê erda we dagir kirin. Rizgarkirina we ya ji zilm, cehaletê nêz e. Hêzên me yên çekdar ber bi we ve tên."
Ji xelqê Mûsilê hat xwestin ku bila di dema operasyonê de alîkariya hêzên artêşa Iraqê bikin û ji wan ev hatin xwestin: " Êdî wextê operasyona rizgarkirinê hatiye. Hûnê bajarê xwe bi rê ve bibin û ji bo pêşeroja xwe qirar bidin. Ji navendên ku terorên DAEŞê lê ne dûr bisekinin û nêzî baregehên terorê û eskeriyeyê nebin."
Der heqê destpêkirina operasyonê de di danezanê de hat gotin ku agahî wê ji ser Radyoya Mûsilê bên dayîn û wiha hat gotin: "Bila bi herkesî re radyoyek hebe û rûdanên der heqê operasyonê de bila ji ser Radyoya Mûsilê guhdar bike û bişopîne. Ev radyo wê di demeke kurt de dest bi weşanê bike. Radyoya Mûsilê ji bo we û selameta operasyona Mûsilê hat avakirin."
Berpirsyarê Mûsilê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Seîd Memûzînî der heqê danezanan de daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Bi van danezanan ve hikûmeta Iraqê nîşan da ku xelqê Mûsilê ji bîr nekiriye û nîşan da ku dema operasyona rizgarkirina Mûsilê nêz e. Beriya vê kêm qala operasyona rizgarkirina Mûsilê dihat kirin. Bi van danezanan ve tê xwestin ku xelkê Mûsilê wêrek be û hikûmeta Iraqê jî dixwaze nîşan bide ku li ser operasyona rizgarkirina Mûsilê dixebite."