HEWLÊR
Hat ragihandin ku Rêveberiya Herêma Kurdistanê pêtrola ku ji Saziya Pêtrola Neteweyî ya Iraqê (SOMO) ra dişand di meha hezîranê da kêm kir.
Di daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya HKIyê hat weşandin da daneyên îxracata pêtrolê ya meha hezîranê hat weşandin. Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di hezîranê da 17 milyon û 130 hezar warêl pêtrol hatiye sewqkirin, herêma Kurdistanê 12 milyon û 740 hezar warêl ji bîrên xwe 4 milyon û 390 hezar warêl jî ji bîrên Kerkûkê sewq kir.
- Hindik pêtrol dan SOMOyê
Di daxuyaniyê da hat eşkerekirin ku rêveberiya Kurdistanê li keştîgeha Ceyxanê 4 milyon û 493 hezar warêl pêtrol teslîmî SOMOyê kir lê pêtrola din di kontrola xwe da firot û wiha hat gotin:
"Hikûmeta Kurdistanê ji bo deynê xwe yê ji ber ku di sala 2014an da hikûmeta Iraqê budçe neda wan derketibû bide vê mehê pêtrola xwe bi serê xwe firot. Hikûmeta me deynê xwe yê ji saziyên pêtrolê ra da. Pereyê ku ji saziyên pêtrolê hatibû deynkirin ji bo ewlekarî û aboriya Kurdistanê û ya Iraqê zehf girîng e. Her kes dizane ku mehaneya gelê Kurdistanê parçe parçe tê dayîn û welatî ji demeke bi tengasî ra derbas dibin."
HKIyê berê pêtrola ku sewq dikir û bi tevahî dida SOMOyê. Rêveberiya Kurdistanê di serê sala par da dest pê kiribû û bi serê xwe pêtrol difrot lê belê Bexdayê îtiraz kiribû dabû mihkemeyê. Kurdistanê di firotina pêtrolê da zehf tengasî kişandibû. Di 2yê berfbarana 2014an da Heyder Ebadî hikûmeta teze ava kiribû û paşê ev pirsgirêka bi peymanê çareser kiribû. Lê belê Bexdayê dîsa budçeya Kurdistanê kêm şandibû û qeyrana li herêmê mezin bibû. Hikûmeta Kurdistanê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê dîsa bi serê xwe dest bi firotina pêtrolê kiribû. Hikûmeta Iraqê hê li ser vê tevgera Kurdistanê daxuyanî neda.