WASHINGTON - Mehmet Toroğlu - Barışkan Ünal
Ji Washingtona paytextê DYAyê heta Los Angelesê, ji New Yorkê heta Miamî û Chicagoyê ji 100 bajarî zêdetir, bi hezaran mirovî ve li hemberî cudakariyê bertek nîşan dan û bi şiyana ''ji bo Trayvon Martîn edalet'' ketin kolanan.
Rahîbê navdar Al Sharptonê reşik ê ku parêzvanê mafên mirovan e, bi organîzasyona ''ji bo Trayvon edalet'' li 100 bajarî 100 xwepêşandan/ayîn hat lidarxistin û xwepêşandêr li ber dadgehên federal civiyan. George Zîmmermanê çermspî yê ku par li bajarê Florîdayê Trayvon Martînî kuştibû û ji aliyê dadgehê ve nehatibû darizandin, hat protestokirin.
Xwepêşandarên ku di hewaya germ de qadan dagirtibûn, xwestin ku qanûna li bajarê Florîda û bajarên din, wek "cihê xwe biparêze" û xweparastina nefsî bê guhertin û bangawazî li Wezîrê Dadê kirin ku bila bikeve navberê û Zîmmerman bi mafên civakî bê sûcdarkirin.
Bavê Trayvon jî beşdarî protestoyê Miamiyê bû.
Dêya Trayvon Martîn beşdarê protestoyên New Yorkê û bavê Trayvonî jî beşdarê protestoyên Miamiyê bû.
Martîn di axaftina xwe ya ku li vir kir de wiha got: ''Lawê min Trayvon tu tiştekî xerab nekiribû. Min li ser tabûta wî soz dayê, ji bo ku edalet pêk were, heta qewet di min de hebe ez ê têkoşim. Heta bimirim ez ê ji bo Trayvon şer bikim. Ez dê ji bo zarokên we jî têkoşim.''