03 Sibat 2017•Rojanekirin: 04 Sibat 2017
NEW YORK
Nûnera Taybet a Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî û lîstikvana navdar a Amerîkayî Angelina Jolîeyê biryara qedexekirina vîze û polîtikayên Serokê DYAyê Donald Trump rexne kir.
Angelîna Jolîeyê ji bo rojnameya "New York Tîmês"ê nivîsek nivîsî.
Jolîeyê di nivîsa xwe de politîkayên Trump rexne kirin û got biryara qedexekirina ji bo welatiyên heft dewletên misilman ne terzê DYAyê ye û ev biryareke xelet e.
Jolîeyê di nivîsa xwe de wiha got:
"Dersînorkirina penaberan û cudakarî ne terzê me ye. Ev biryar kêrî ewlehiyê û dewlete nayê. Her hikûmet dikare ji bo îhtiyacên welatiyên xwe hin tiştan bike lê lazim e vê li gor rastiyan bipîve. Lazim e di bingeha bertekên em nîşan didin de tirs nebe, lazim e rastiyên dinyayê hebin."