Fatih Gazioğlu
04 Nîsan 2018•Rojanekirin: 05 Nîsan 2018
MOSKOVA
Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu got ku armanca koalîsyona navneteweyî ya ku di pêşengiya Amerîkayê de li Sûriyeyê wezîfedar e berjewendiyên aborî û têkvedana herêmê ye.
Şoygu li Konferansa Ewlehiya Navneteweyî ya Moskowayê ya 7emîn axivî û koalîsyona navneteweyî rexne kir.
Şoygu got ku koalîsyon dikare terorîstan têk bibe lê vê nake û wiha dewam kir: "Qasî ku em dibînin armanca koalîsyonê ew e herêmê tevlihev bike."
Şoygu diyar kir ku piştî Rûsyayê, Tirkiye û Îranê îtifaq kir, li herêmê êdî rewş diguhere.