Nihat Kavşut
04 Nîsan 2018•Rojanekirin: 05 Nîsan 2018
ANKARA
Zîrweya Sêalî ya Tirkiye-Rûsya-Îranê ya li ser Sûriyeyê ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Vladimîr Putînê Serokê Dewleta Rûsyayê û Hesen Rûhaniyê Serokomarê Îranê beşdar bûn qediya.
Piştî ku li Cenevreyê ji muzakereyên der heqê Sûriyeyê da encam derneket zîrweya sêalî ewil 22yê mijdara 2017an da li Soçiyê hat kirin û zîrweya duyemîn jî îro li Kuliyeya Serokomayê hat lidarxistin.
Zîrweyê bi mazûvaniya Serokomar Erdogan di saet 13.20an da dest pê kir û tevî xwarina xebatê saetek û 40 deqîqe kişand.
Di civînê da di nav lijneya Tirkiyeyê da Sererkan Hulusî Akar, Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva, Berat Albayrakê Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî, Nurettîn Canikliyê Wezîrê Parastina Neteweyî, Îbrahîm Kalinê Berdevkê Serokomariyê û Hakan Fîdanê Musteşarê MÎTê cî girtin.
Erdogan, Rûhanî û Putîn wê civîna çapemeniyê ya hevbeş li dar bixin.
Daxuyaniya hevbeş ya Tirkiye-Rûsya-Îranê: "(Ji bo Sûriyeyê) Biryardariya dijî rojevên cudakar hat dubarekirin."
Erdogan ji bona zîrweya sêalî wiha got: "Îro şêwrên ji bona pêşerojê hatin kirin û gavên hewce dikin hatin eşkerekirin."
Serokomar Erdogan: "Em destûrê nadin ku pêşeroja Sûriye û herêma me di bin teselluta çend rêxistinên terorî de reş bibe."
Serokomarê Îranê Rûhanî: "Em dixwazin yekîtiya Sûriyê ji aliyê herkesî ve were naskirin."
Erdogan: "Em amade ne ku ji bona herêma Til Rifetê bo xwîşk û birayên me yên Sûriyeyî bibe dereke baş bi dostên xwe yên Rûsya û Îranê ra bixebitin."
Erdogan: "Di serî da Minbic heta ku herêmên di destê PYD/YPGê da ewle bibe em ê berdewam bikin."
Daxuyaniya Tirkiye-Rûsya-Îranê: "(Serok) Hewldanên ji bo guherînên nû (li Sûriyeyê) ku dixwazin di bin navê şerê dijî terorê da bikin hatin redkirin."
Serokomar Erdogan: "Ji bona herêmên kêmkirina aloziyê wek Tirkiye em hemû berpisyarên xwe bi hesasî bi cî tînin."
Serokomar Erdogan: "Ji bona parastina yekparçeyiya axa Sûriyeyê divê bi heman awayî li rêxistinên terorê bê nihêrtin."
Serokomar Erdogan: "Em erênî li emeliyatên li ser erdnîgariyê nanihêrin. Vê herêmê berê jî berdêla vê gelekî daye."
Erdogan: "160 hezar kes vegeriyan qada ku 2 hezar kîlomêtroqere ye û ji Cerablus, Raî û Babê pêk tê. Hemû pêwîstiyên wan bi destê me tên pêkanîn."
Serokomar Erdogan: "Parsêlkirinên ku hin kesan li dervayî Sûriyeyê li gor xwe kirine ji bo me nayên qebûlkirin."
Serokomar Erdogan: "Tişta ku em dev jê bernadin yekparçeyiya axa Sûriyeyê ye."
Serokomar Erdogan: "(Zîrweya Sêalî) Me ya ewil li Soçiyê kir û ya duyemîn jî li vir. Em ê ya sêyemîn jî li Tehranê bikin."
Erdogan: "YEyê ji bona 3 milyar ewroyî soz daye, lê hemû neçûye ber destê saziyên eleqedar. Heger neyê jî em ê veberhênanên xwe berdewam bikin."
Serokomar Erodgan: "Ez vê hevkariya di operasyona Efrînê de di serî de ya bi Federasyona Rûsyayê re gelekî girîng dibînim. Heman awayî bi Îranê re jî... Hevalên me yên eleqedar hem di asta wezîran de, hem sererkanên me hem jî rêxistinên me yên îstixbaratê heta ku van xebatên xwe bi awayekî bixîret, di nav piştevaniyê de bidomînin ez bawer dikim ku emê vir bingeha aştiyê ava bikin."
Serokomar Erdogan: "Em tu wextê destûrê nadin ku terorîzm ji Sûriyeyê welatê me aciz bike."
Serokomar Erdogan: "(Li Sûriyeyê) Mecbûriyeta me heye ku em encamê bistînin, tehamûla me hember mijûlbûnê tune. Vir mirov dimirin."