Önder Beyter
16 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2017
BEXDA
Hat ragihandin ku Artêşa Iraqê Tûzxurmatûya navçeya Selaheddînê bi dest xist.
Li gorî nûçeya televîzyona dewleta Iraqê, yekîneyên Artêşa Iraqê ketin nava Tûzxurmatûyê û tevahiya navçeyê bi dest xistin.
Duhê li Tûzxurmatûyê Pêşmerge û artêşa Iraqê bi saetan pev çûbûn.
Hat ragihandin ku Artêşa Iraqê Daqûqa navçeya Kerkûkê ya ku di kontrola Pêşmergeyên YNKê da bû jî bi dest xistin.