Serokê Meclîsa El-Enbarê Sabah Kerhût daxuyanî da nûçegihanê AAyê diyar kir ku yekîneyên girêdayî artêşa Iraqê digel hêzên hewayî, operasyon bir li ser herêma ku 180 kîlomêtro dûrî rojavayê herêmê ye.
Kerhût diyar kir ku yekîneyên artêşê, kontrola Rafîneriya Neftê ya ku di destê hezên rêxistina terorê DÎŞIyê de bû, bi dest xist û wiha dewam kir: "Wîlayeta Enbarê nefta xwe ji Rafîneriya Neftê ya Hadîseyê bi dest dixist. Niha kontrola neftê di destê me de ye û herêm bi hêsanî dê pêdiviya xwe ya bi neftê bi cih bîne."