Ömer Faruk Yıldız
10 Nîsan 2021•Rojanekirin: 10 Nîsan 2021
Artêşa Myanmarê bi guleyan midaxeleyî çalakvanan kir ku ji bo derbeya eskerî û binçavkirina endamên hikûmeta hilbijartî protesto bikin kom bibûn û di midaxeleyê da herî kêm 20 sivîl hatin kuştin.
Li gor xeberên di çapemeniya Myanmarê da hatin weşandin, li Ma Ga Dîta navçeya Bagoyê eskeran midaxeleyî çalakvanan kirin û gule berî wan dan.
Li gor şahidên bûyerê di bûyerê da herî kêm 20 sivîl hatin kuştin.
Hat ragihandin ku eskera cesed li perestegeheke Budîstan kom kirin.
Keren Khîna çalakvan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got, "Medyaya herêmî diyar kir ku hetanî niha 20 kes hatin kuştin, lêbelê li gor kesên em pê ra têkiliyê datînin herî kêm 60 kes hatin kuştin. Li gor xeberên me hildan pevçûnê hetanî nîvê şevê dewam kir û eskeran jî cesedê sivîlan veşart."
Khînê diyar kir ku artêşê li dijî sivîlan sîlahên giran bi kar anîn û wiha pê da çû: "Li navçeyê bi hezaran welatiyî malên xwe terikand. Xeber hat ku li Bagoyê gelek kes jî amadehiyan dikin ku malên xwe terk bikin."
Khînê got di nav rojê da dibe ku hejmara kuştiyan zêde bibe û wiha axivî: "Komên çekdar ên etnîkî li dijî artêşê tevdigerin û çalakvan jî çekdar bûn li ser vê artêş di tengasiyê da ma. Ji ber vê hetanî ji destê wan tê tundiyê zêde dikin ku dengê çalakvanan bidin birîn."