Welatiyan li hin bajaran êrîşên DÎŞIyê yên li Kobanêyê protesto kirin û zirar dan saziyên dewletê û dikanan. Xebatên tesbîtkirina zirar û ziyanê dest pê kirin.
Hat dîtin ku li Kolana Doxan Arasliyê ya ku li Esenyurtê ye camên avahiya şaredariyê û navenda çandê hatine şikandin û zirar dane şaxa bankeyekê. Çalakvanan li navçeyên zirar dane gelek ATM û 3 markêtan, agir berî konteynerên çopê.
Destê sibê li dikan û avahiyên saziyê dewletê dest bi tesbîtkirina zirar û ziyanê kirin.
Diyarbekir
Li Diyarbekirê piştî ku walîtiyê derketina derve qedexe kir yekîneyên bi zirx li kûçe û kolanên bajêr tevdîrên ewlehiyê hildan.
Walîtiyê duh derketina derve qedexe kir û bişev jî dema qedexeyê heta sibê şebeqê saet 06.00an dirêj kir. Piştî qedexeyê xêncî polês û jendirmeyan yekîneyên bi zirx ên girêdayî Fermandariya Kolorduya 7an jî li bajêr tevdîrên ewlehiyê girtin.
Haya hin welatiyan tunebû ku dema qedexeyê hatiye dirêjkirin û ji malên xwe derketin. Ekîbên polêsan hişyarî dan welatiyan ku bira bizvirin malên xwe.
Wan
Li Wanê jî welatî bi hinceta êrîşên DÎŞIyê yên li Kobanêyê derketin kuçe û kolanan û çalakiyên bêdestûr li dar xistin û di çalakiyên de zirar dan gelek cihan. Rewşa cihên ku hatine şewitandin, dikanên ku hatine talankirin, erebeyên ku hatine şewitandin û saziyên ku derî û paceyên wan hatine şikandin destê sibê hat dîtin.
Welatiyên ku bi hinceta êrîşên DÎŞIyê yên li Kobanêyê çalakî li dar xistin êrîşî şaxên bankeyan, avahiyê partiyên siyasî, saziyên dewletê û navendên danûstenê kirin û erebe şewitandin.
Hat ragihandin ku li bajêr xebatên tesbîtkirina zirar û ziyanê dewam dikin û walîtiyê di nav rojê de daxuyaniyê bide.