Önder Beyter
15 Mijdar 2017•Rojanekirin: 15 Mijdar 2017
HARARE
Li Zîmbabweyê piştî liv û tevgera leşkerî ya li paytext û dewrûbera wê ya ku ji duh va dewam dike û bi şûnda hatibû îdiakirin ku "derbe" heye. Lê artêşê îdiayên derbeyê wek "derew" binavkirin.
Di danezana leşkerî ya ku li ser weşana têlevîzyona dewletê ZBCyê hat xwendin da wiha hat destnîşankirin, "Ev ne derbeyek e. Serok Mûgabe û malbata wî di ewlehiyê da ne."
Di danezanê da hat diyarkirin ku hedef, ew kesên li dora Serokê Dewletê Robert Mûgabeyê 93 salî ne ku welat tûşî krîza aborî û civakî dikin. Herwisa di danezanê da bal hat kişandin dema ku peywir temam bibe, rewş jî dê asayî û aram bibe.
Lêbelê hê jî eşkere nîne ka Serokê Dewletê Mûgabe û jina wî Grace Mûgabe li ku ne.
- Dengê teqînan hat
Tankên artêşê duhê ber bi paytext Harareyê bi rê ketin û ev jî li welat bû sedema gurbûna rageşiyê. Şev nîvê şevê li paytextê dengê teqînan hat û li ser kolan û kuçeyên paytextê jî wesayitên leşkerî xuyan kirin.
Piştî liva leşkerî Balyozxaneya DYAyê û ya Ingîltereyê li vir daxuyanî belav kirin û di warê ewlekariyê da hişyarî dan welatiyên xwe.