15 Mijdar 2017•Rojanekirin: 15 Mijdar 2017
WASHINGTON
Berdevkê koalîsyona dijî DEAŞê Albay Ryan Dillon li ser pirsa heke Tirkiye operasyonê bibe ser Efrînê, Emerîka wê ûnsûrên PKK/PYDê yên ku li Reqayê bi DEAŞê ra şer kirin û paşê derbasî Efrînê bûn, biparêze an na wiha got: "Heke hûn bi DEAŞê ra şer nakin û bi me ra ji bo heman armancê naxebitin; hûn nikarin piştgiriya koalîsyonê hildin."
Dillon bi rêya vîdeo konferansê va bi Wezareta Parastinê ya Emerîkayê ra (Pentagon) ra peywendî danî û pirsên rojnamegeran bersivandin.
Rojnamgerekî bi bîr xist, hin ûnsûrên PKK/PYDê yên ku li Reqayê dijî DEAŞê şer kiribûn û derbasî Efrînê bûn û ji Dillon pirsî, Tirkiye wê li Efrînê operasyonê bike û ji bo vê tu planek heye an na? Li ser vê pirsê got ku di vê mijarê da tu agahiyeke wî tuneye.
Rojnameger pirsa "Berpirsiyariyeke koalîsyonê heye ku hêzên mîna hêzên kurd ku li dijî DEAŞê beşdarî operayonan bûne, biparêze?" Dillon li ser vê pirsê got ku wan berî niha jî nîşan da ku ew şirîkên xwe diparêzin. Dillon bal kişand ser PKK/PYDa ku navê HSDê bi kar tîne û wiha got: "Li vê derê jî şirîkê me HSD ye. Ew jî kurd, êzidî, ereb, mesîhî ne ku ketine bin vî banî."
Dillon li ser pirsa ûnsûrên PKK/PYDê yên berî niha bi Emrîkayê ra beşdarî operasyonên DEAŞê bûne, lê ji bilî DEAŞê heke bi hêzeke din ra şer bike berpirsiyariya koalîsyonê heye ku van ûnsûran jî biparêze?
Dillon wiha got: "Em ê şirîkên xwe yên ku bi DEAŞê ra têkoşîn dan, biparêzin. Berî niha em bi ûnsûrekê ra dixebitîn, lê vê ûnsûrê nexwest ku li herêma El Tanîfê bi DEAŞê ra şer bike û di nav hewildaneke din da bû. Me bi wan ra têkiliya xwe qut kir. Tişta ku dixwastin bişopînin ji ber ku tiştekî din bû, êdî piştgiriya koalîsyonê hilnedan. Ji ber vê çendê ji bo pirsa te ez dikarim bibêjim, heke hûn bi DEAŞê ra şer nakin û bi me ra ji bo heman armancê naxebitin; hûn nikarin piştgiriya koalîsyonê hildin."