Hosni Nedim,Ekrem Biçeroğlu
03 Rêbendan 2026•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2026
Artêşa Îsraîlê digel agirbestê dîsa jî êrîşî deverên curbecur yên Xeta Xezeyê kir.
Li gorî şahidên bûyerê, Îsraîlê êrîş Xan Yûnisê kir ku li gorî peymana agirbestê di bin kontrola wê da ye.
Wesayîtên eskerî yên Îsraîlê li bajarên Xan Yûnis û Refahê bi çekên makîneyî gule li sivîlan reşand.
Keştiyên şer yên Hêza Deryayî ya Îsraîlê jî li peravên herdu bajaran gule berdan.
Li bakurê Xezeyê balafirên şer yên Îsraîlê li ser rojhilatê Xezeyê yên ku di bin kontrola wan da ne, êrîşên hewayî pêk anîn.
Balafirên şer yên Îsraîlê li navenda Xezeyê êrîşên hewayî pêk anîn û eskerên Îsraîlê jî li herêmê hatin bicihkirin.
Di heman demê da firokeyên eskerî yên Îsraîlê êrîşî rojhilatê Deyr el-Belahê kirin.
Heta niha agahî tuneye ka di êrîşê da kes miriye yan jî birîndar bûye.