Xezeyiyên ku di encama êrîşan de malên wan wêran bûn û demsala havînê di nav şert û mercên dijwar de jiyan, niha difikirin û dibêjin gelo em ê di mehên zivistanê de li ber sar û sermayê çi bikin.
Niştecihên Taxa Şûcaiyê ya ku di encama êrîşên Îsraîlê de wêran bû, derd û kulên xwe ji nûçegihanê AAyê re vegotin. Xezeyiyan got ku di êrîşan de malên wan wêran bûn, hemû eşya û amûrên me di bin xirbeyên avahiyan de man û niha li gor derfetên xwe li çareseriyan digerin. Her wiha diyar kirin ku şert û mercên jiyana wan zehf dijwar in û bi hatina zivistanê jî ev dijwartir dibin.
Refat en-Neccarê (45) filistînî yê ku di şer de xaniyê wî wêran bû got ku zivistan bi xwe demsaleke dijwar e; lê îsal dê ji bo me dijwartir be.
Neccar got ku ew digel malbata xwe ya ku ji 11 kesan pêk tê, di dibistana Saziya Alîkariyê ya Penaberên Filisîtînî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) de dimînin û wiha berdewam kir: "Min nikaribû ji bo 5 zarokên xwe cil û bergên zivistanê bistînim. Neçar mam. Ev demsal dê ji bo me gelekî dijwar be, bi zor û zehmetiyan derbas bibe."
-"Di nav xirbeyê xaniyan de li sakoyê xwe digere"
Mezin difikirin gelo dê karibin çi bikin, zarokên wan jî di bin xirbeyê xanî û avahiyan de li cil û bergên xwe yên zivistanê digerin. Îman Heseneyn jî ji van zarokan yek e. Îmam ligel sar û sermayê di nav xirban de li sako û potînên xwe yên zivistanê digere.
Di êrîşên Îsraîlê yên ser Xezeyê de 2 hezar û 158 kes miribûn û zêdetirî 11 hezarî kes jî birîndar bûbûn. Di êrîşan de 17 hezar û 200 xanî, 73 mizgeft û 24 dibistan wêran bûbûn û di hezaran avahiyan de jî xisar pêk hatibû.