SILÊMANÎ
Alîkarê Serokomarê Iraqê Usame Nuceyfî destnîşan kir ku li Iraqê ji milîsên şiî avakirina artêşeke ku ji 100 hezar kesî pêk tê talûkeyeke mezin e û wiha got: "Ev ji bo suniyan ne baş e. Bi vî awayî li dijî terorê têkoşîn nayê dayîn. Divê hemû alî tevlî planan bibin û bi mezhebî li meseleyan nenihêrin."
Nuceyfî di roja duyemîn a di Forûma Silêmaniyê ya Navneteweyî ya 3yemîn da axivî û wiha got: "Heger li Iraqê DÎŞI ji kokê jî rabe wê di pêş da rêxistinên têkildarî îdeolojiya El-Qaîdeyê derkevin."
Nuceyfî destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn an jî Iraqê DÎŞI têk here jî wê şerê mezheban dewam bike û wiha got: "Ji bo vê jî divê em bi hev ra çareseriyeke berfireh bibînin. Bi têkoşîna leşkerî rêxistin ji holê ranabe. Divê wek hişmendî Jî têk here."
Nuceyfî diyar kir ku piştî destpêkirina pevçûnan hin sunî hatin kuştin û suniyan jî piştgirî da DÎŞIyê. Nuceyfî destnîşan kir piştî ku DYA ji Iraqê vekişiya Îranê li herêmê ji bo berjewendiyên xwe emiland.
Axaftina Fuad Hiseyîn
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistana Iraqê Fuad Hiseyîn jî di Forûma Silêmaniyê ya Navneteweyî ya 3yemîn de axivî û destnîşan kir piştî pêşmerge çûn ber sînorê Sûriyeyê DÎŞI nekarî pêşva here û wiha dewam kir: "Di serê şer da nêzî Hewlêrê bûn û hin herêmên bi dest xistin. Niha rewş cuda ye. Niha em nêzî Mûsilê ne û gelek herêm ketin destê me. Pêşmerge gihêştên ber sînorê Sûriyeyê."
Hiseyîn detnîşan kir ku Têkiliya DÎŞIyê ya bi herêmên din ra qut bû û wiha got: "Hêza Rêxistina terorê şikest. Ji bo DÎŞI ji Mûsilê derkeve pêwistî bi operasyona Mûsilê heye. Hin kes dibêjin divê pêşî Tikrît û Enbar werin xilaskirin, lê navenda xilafeta rêxistinê Mûsil e. Heger Mûsil neyê rizgarkirin wê DÎŞI li Iraqê tim hebe. Divê li Sûriyeyê jî li dijî rêxistinê operasyon werin kirin, lewra wê li Iraqê dîsa derkevin."