DÛALA
Pisporê Jeopolîtîkê yê ji Qamerûnê Sîmon Tedga diyar kir piştî ku li parzemîna Afrîkayê Nîjerya bû hêza sereke ya aboriyê û şûnde welatên Ewropayê ketin nava şik û fikaran û ji ber vê xalê Boko Haram ji bo wan navgîna herî baş e.
Tedga di daxuyaniya xwe ya ku da AAyê de wiha xeberda: "Ji bo ku hêza Boko Harêmê were şikandin, ew welatên ku dibêjin em dostê Qamerûn, Nîjerya, Nîjer û Çadê ne divê alîkariya xwe ya di warê çek û amûrên maddî de ya ji bo Boko Haramê êdî bibirin."
Tedga diyar kir ku darê pişta Boko Haramê ew hêzên leşkerî yên ku çekan difroşin wan in û wiha berdewam kir: "Rêxistina ku Ebû Bekîr Şekaû serkêşiya wê dike, bêyî alîkariyê nikare şer bike."
"Çek ji welatên rojavayê tên bîterkirin"
Tedga got ku jixwe li welatên Rojhilata Navîn çek nayên çêkirin, ji ber vê çek ji welatên Rojavayê tên bîterkirin û wiha pê de çû: "Wezîrê Ragihandinê yê Çadê Hasan Sylla Ben Bakari hefteyek berê daxuyandibû ku 40 ji sedî çekên di destê milîtanên Boko Haramê de îmalata fransewiyan e."
Tedga bal kişand ji ber her ku diçe Afrîka mezin dibe û Nîjerya jî di warê aboriyê de bû hêza sereke welatên Ewropayê ketin nava fikarê û wiha domand: "Welatên navborî ji bo ku rê li ber vê pêşketinê bigrin, serî li her cure rêyan didin. Boko Haram jî ji bo vê armanca wan navgîna herî baş e."