Hat ragihandin Avûstûralya ji bo ku alîkariyê bide operasyona navneteweyî ya ku li dijî DÎŞIyê bê kirin dê 600 leşkerên xwe bişîne Rojhilata Navîn.
Serokwezîrê Avûstralyayê Tony Abbott, di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji Dewleta Yektiya Ameriyayê ji bo Avûsûralya alîkarî bide tevgera leşkerî, daxwaza hat. Hat gotin ku dê pêşî ji Yekitiya Mîrektiyên Ereban (YME) re 200 leşkeran bişînin. Abbott ragihand ku di nav 200 leşkeran de ji bo Artêşa Iraqê û Peşmergeyan şewirmendiyê bikin, personelên leşkerî yên taybet jî hene.
Har ragihandin ku Piştî 200 leşkeran 400 personelên hêzên hewayî, 8 balafirên şer yên super hornetê, balafira ku sotemeniyê li hewayê barî balefirên dinê dike jî dê bişînin.
Serokwezîrê Avûstûralyayê diyar kir ku ji bo krîza însanî dawî bibe leşkerên xwe dişînin û operasyona ku dê li Iraq û Sûriyeyê bê kirin ne dînî ye û wiha dewam kir: "Ez dîsa bi taybetî dibêjim ku ev operasyon li ser dewletek an jî li dijî Îslamê nayê kirin. Ev operasyon ji bo dinya û welatên ku xwe li dijî tehdîta terorê biparêzin tê kirin."