Azerbeycanê mewziyên artêşa Ermenistanê yên ku wekî baregeh dihatin xebitandin, îmhe kir.
02 Adar 2017•Rojanekirin: 02 Adar 2017
Baki
BAKU
Artêşa Azerbeycanê li ser xeta eniyê him mewziyên artêşa Ermenistanê yên ku wekî baregeh dihatin xebitandin, îmhe kir.
Wezareta parastinê ya Azerbeycanê daxuyand ku artêşa Ermenistanê agirbest îxlal kiriye, li ser vê artêşa Azerbeycanê jî duh bersiv daye û hin mewzî îmhe kirine.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku li bajarê Hocavendê ya ku di bin dagirkeriya artêşa Ermenistanê de ye hin mewziyên wekî baregeh dihatin xebitandin, hatin îmhekirin.
Wezaretê dîmenên êrîşê yên ku ji esîman hatine kişandin jî weşand. Li gor vê beriya êrîşê li ber baregehê hin wesayît û leşker hene.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Ermenistan hejmara miriyan ji raya giştî vedişêre û li ser xeta eniyê kontrol bi tevahî ketiye destê artêşa Azerbeycanê.