02 Adar 2017•Rojanekirin: 02 Adar 2017
KABUL
Rêxistina Talibanê li Efxanistanê navçeya Tala-u Barfaka wilayeta Baglanê bi dest xist.
Qaymeqamê navçeya Tala-u Barfakê Faîz Mihemmed Amîrî diyar kir, milîtanên Talibanê çar roj berê pêşiyê êrîşî navçeyê kirin û pevçûn derketin, piştî pevçûnan kontrola navçeyê bi dest xist.
Amîrî got ku piştî pevçûnên tund hêzên ewlehiyê navenda navçeyê terk kir û mecbûrî paşvekişiyan, milîtanan li navçeyê avahiyên qamûyê bi dest xist.
Amîrî destnîşan kir ku di pevçûnan da 7 milîtan û 3 hêzên ewlehiyê mirin, hêzên ewlehiyê ji bo ku navçeyê paşve hildin, operasyon da destpêkirin.
Berdevkê Talibanê Zabîullah Mucahîd jî di daxuyaniya xwe da got ku wan kontrola navenda navçeyê û qereqolên polêsan bi dest xist, di pevçûnan da 3 polês hatin kuştin.