İbrahim Atmaca
10 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2018
ANKARA
Îbrahîm Taherîan Fardê Balyozê Îranê yê li Enqereyê ku Wezareta Karên Derva ji ber êrîşên rejima Esed yên li Îdlibê ew vexwend, çû wezaretê.
Ji ber ku rejima Esed li Sûriyeyê herêmên kêmkirina rageşiyê binpêkirinan dike, ev çend roj berê bi rêya kanalên dîplomatîk ji rayedarên ûris û îranî ra hatibû gotin, ji ber ku binpêkirinan dewam kir, Wezareta Karên Derva gazî balyozê Rûsyayê yê Enqereyê Aleksey Yerhov kir û aciziya Tirkiyeyê jê ra hatibû gotin.
Balyoz û Misteşarê Wezareta Karên Derva Umît Yalçin jî duh dema ku Serokê Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê Rîad Seîf qebûl kir, mijara binpêkirina rejima Esed ji nûnerên mixalefetê ra anîbû rojevê.
Hêzên rejimê demeke ji aliyê başûrê rojhilata Îdlibê va operasyonê dike û çend rojên dawî ne ku binpêkirinan dike û kontrola hin deveran bi dest xistiye.
Tirkiye vê pêşketina yekîneyên rejimê wek binpêkirina agirbestê wek binpêkirina sînorên herêma kêmkirina rageşiyê ya li Îdlibê dibîne.
Balyozê Îranê Fard bi Midûrê Giştî yê Rojhilata Navîn li Wezaretê Kerem Kiratli re hevdîtin kir.