İbrahim Atmaca
10 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2018
ANKARA
Serokomara Xirvatistanê Kolînda Grabar Kîtarovîc diyar kir, Tirkiye û Xirvatistan dikarin têkiliyên xwe xurt bikin û wiha dewam kir: "Heyameke ku li derdora me heval gelek kêm in, di rojên tengasiyê da Tirkiye hevalê Xirvatistanê bû."
Kîtarovîc di ziyareta xwe ya Tirkiyeyê da bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra hevdîtin kir. Kîtarovîcê der heqê têkiliyên dualî û geşedanên herêmî da daxuyanî da nûçegihana AAyê.
Kîtarovîçê diyar kir ku têkiliyên dualî pir baş dimeşin û wiha dewam kir: "Tirkiyeyê di rojên tengasiyê da piştgirî da Xirvatistanê, em timî sipasdar in. Him di şer da him piştî şer piştgirî da me, em vê piştgiriyê ji bîr nakin. Her çend têkiliyên me yên dualî pir baş bin jî em dixwazin ku baştir bikin, lewra em wisa bawer dikin ku ji bo xurtkirina têkiliyan potansiyeleke mezin heye. Bi taybetî jî me ji bo aboriyê diyalog pêk anî."
Kîtarovîçê bi bîr xist ku di ziyareta Serokomar Erdogan a Zagrebê ya sala 2016an da forumeke aboriyê hat lidarxistin û wiha dewam kir: "Bazirganiya me zêde bû û par di 9 mehên ewil da bû 350 milyon ewro. Di ziyareta Zagrebê ya Serokomar Erdogan da hedef danîbû ku em bazirganiya dualî heta milyarek dolarî derxin. Ez ji vê yekê pir kêfxweş bûm. Hedefa me ev e. Ji bo ku em bigihêjin vê hedefê, gaveke mezin pêşiya me ye. Ew jî Odeya Aboriyê ya Xirvatistanê ye ku wê îsal li Stenbolê vebe."
Kîtarovîçê destnîşan kir ku welatê wî du hilbijartin derbas kirin, piştî ku hikûmet ava bû û kar û bar hatin kirin, ji bo ku li Tirkiyeyê balyoz were tayînkirin xebat tên kirin û wiha dewam kir: "Em ji bo ku tayînî Tirkiyeyê bikin, li namzedan digerin. Tirkiye ji bo me girîng e û ji bo vê jî em dixwazin li vê derê balyozekî baş tayîn bikin."