Muhammet Kurşun
30 Tebax 2017•Rojanekirin: 30 Tebax 2017
EBÛ DABÎ
Wezîrê Derveyî yê Rûsyayê Sergey Lavrov bangewaziya Koreya Bakur kir ku pabendî biryarên Konseya Ewlehiyê ya NYê bibe û got: "Dê Rûsya jî di çareserkirina pirsgirêka li Nîvgirava Koreyê de pabendî biryarên Konseya Ewlehiyê ya NYê bibe."
Lavrov piştî hevdîtina digel Wezîrê Derveyî û Hevkariya Navneteweyî yê Îmaratê Şêx Ebdullah Bin Zayed Al Nahyan li Ebû Dabiyê daxuyaniya çapemeniyê da.
Lavrov der barê ceribandina nû ya fuzeyan de ji aliyê Koreya Bakur diyar kir ku dê Rûsya girêdayî biryara NYê bimîne û divê Koreya Bakur jî vê yekê raçav bike.
Lavrov wiha axivî:
"Dê Rûsya jî di çareserkirina pirsgirêka li Nîvgirava Koreyê de pabendî biryarên Konseya Ewlehiyê ya NYê bibe."