Li Şanliûrfayê di bodrûma awahiyekê de şewat derket, di encama şewatê de xwîşk û birayên ku ji Sûriyeyê hatibûn mirin.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, li taxa Refahiyê ya navçeya Halîliyê di awahiyekê 5 qat3i de, şewateke ku sedema wê ne diyar e derket.
Tîmên îtfaiyê hatin cihê bûyerê û midexeleya şewatê kirin
Piştî ku şewat hat temirandin tîman lêkolîn kir û ditîn ku Lezzana 2 salî û Îsmaîl Şîroyê 5 salî mirine.
Her du cinaze ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî ya Şanliûrfayê.