WASHINGTON
Mesûd Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) diyar kir ku di dema têkiliyên xwe yên li Washingtonê de bi rayedarên amerîkayî re hevdîtin kir û di van hevdîtinan de temînat sitandin ku dê ji arîkariya çekan a ku dê bidin artêşa Iraqê para xwe bistînin.
Barzanî di saziya ramanê ya bi navê Konseya Karên Derve de konferansek da û got "Heke mirov biçe rabirdûyê dema ku General Martîn Dempsey (Serokê Sererkaniyê yê niha) li Iraqê peywirdar bû soz hatibû dayîn ku artêşa Iraqê çi bistanda pêşmergeyên kurd jî wek parçeyeke pergala parastina neteweyî ya Iraqê çi dikete para wan distandin lê belê ji wê demê heta niha me ne parçeyek guleyê ne jî çekek sitand."
Mesûd Barzanî wiha axivî: "Em li ser vê mijarê (bi rayedarên amerîkayî re) axivîn. Temînat dan ku dê ev yek cardin çênebe (nedayîna para pêşmergeyan) û dê bibin şopînerê vê mijarê. Berî niha tu temînateke fermî ya bi vî awayî nedabûn me. Em ji ber vê yekê kêfxweş bûn. Em bi awayekî jixwebawer û kêfxweş vedigerin welatê xwe."
Li gor nûçeya APya ajansa nûçeyan a Amerîkayê Barzanî li Washingtonê di hevdîtina xwe ya bi komeke rojnamevanên ji çapemeniya nivîskî ya Amerîkayê re de got: "Ez dixwazim ku vê dubare bikim. Heke ji me re bimîne (arîkariya çekan a DYAyê) em dixwazin ku rasterast bistînin. Me ji pozîsyona xwe paş ve gav neavêt. Em bi israr in ku çek bikevin destê pêşmergeyan. Lê belê Barzanî da zanîn ku dê tevî lihevnekirina Qesra Spî û Kongreyê ya der barê vê mijarê de nebin.
Di vê navberê de Barzanî li ser pirsekê der barê Tirkiyeyê de kêfxweşiya xwe ya ji ber asta têkiliyên di navbera HKI û Tirkiyeyê de anî ziman û bi bîr xist ku piştgiriyê didin pêvajoya çareseriyê.
Barzanî diyar kir ku "Di serî de di mijara têkoşîna bi DAEŞê re de hin fikarên Tirkiyeyê hebûn lê niha ev fikar kêm bûn" û got "(Ji destê DAEŞê paşvesitandina Kobanêyê) Heke hevkariya Tirkiye û DYAyê nebûya ev yek ne mimkûn bû."
Di Komîteya Hêzên Çekdar ên Meclisa Nûneran de Pêşnûmaya Rayeya Neteweyî ya ji bo sala malî ya 2016an tê nirxandin. Di pêşnûmayê de di beşa "Di têkoşîna li dijî DAEŞê de di rayeya arîkarî dayînê de guherîn"ê de pêş dibîne ku foneke bi qasî 715 milyon dolarî ji bo têkoşîna li dijî vê rêxistinê veqetîne. Tê texmînkirin ji vê fonê herî kêm ji sedî 25ê wê ji bo pêşmergeyên kurd, hêzên ewlehiyê yên herêmî yên sunî û muhafizên neteweyî yên sunî yên Iraqê rasterast ji bo arîkariyên leşkerî bên bikaranîn.
Kongreya DYAyê her çiqas ji bo ku rasterast arîkariya leşkerî ji herêma Kurdistanê re bişîne teşebûsan bide destpêkirin jî birêvebiriya Obama israr dike ku arîkariyên wiha bi navbeynkariya hikûmeta Iraqê bê kirin. Birêvebirî "Iraqeke yekbûyî" dixwaze û di vê mijarê de guherîna polîtîkayê xuya nake. Birêvebirî di hemû hevdîtinên xwe yên bi Barzanî re de yekîtiya welêt û di têkoşîna li dijî DAEŞê de divê hemû kordînasyon bi "hikûmeta Iraqê" re bixebitin dubare kir.