Muhammet Kurşun
26 Îlon 2017•Rojanekirin: 27 Îlon 2017
HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî bangewaziya desthilatdarên Iraqê kir û got: "Li cihê tehdîdê werin em bi dostanî bikevin guftûgoyeke ciddî û dema pêwîst jî bi guftûgoyê bidin. Da ku em bibin du cîranên baş. Li gor me muzakere rêya herî baş e ku bigihên pêşrojeke ji bo me hemûyan baştir."
Barzanî, bi munasebeta encamdana referandûma serxwebûna Herêma Kurdistana Iraqê peyamek belav kir û sipasiya welatiyan kir ku çûn ser sindoqên dengdanê. Barzanî sipasiya hemû partiyan û pêkhateyan jî kir û beşdarî kirin.
Serokê Herêmê bi taybetî sipasiya welatiyên li herêmên binîqaş deng dan kir û kêfxweşiya xwe ji bo vê yekê anî ziman.
Barzanî bal kişand ser wê yekê ku xelkê Kurdistanê di 25ê Îlonê de sûc û gunehek nekiriye. Serokê Herêmê diyar kir ku destûra Iraqê jî rê bi wan dide ku referandûmeke wisa bikin û raya xwe deynin holê.
Barzanî behsa rabirdûyê kir û got ew bi daxwaza xwe û bi îradeyeke azad piştî 2003an çûne Bexdayê lê Iraqê baweriya wê bi şirîkatiyeke rasteqîne nebûye. Barzanî destnîşan kir ku eger Bexda destûrê binpê bike mafê wan jî heye ku îradeya xwe nîşan bidin.
Serokê Herêmê bangewaziya Bexdayê kir ku ji tarîxê îbretê bigirin û xeletiyên borî dubare nekin. Barzanî wiha axivî:
"Bila kes gilî li me neke. Me ji bo parastina bihevrejiyanê û yekparçeyiya Iraqê her tişt kir. Lê Bexdayê bihevrejiyan qebûl nekir û em mecbûrî vê biryarê kirin."
Di bangewaziya Bexdayê û welatên cîran de jî Barzanî wiha nirxandin kir:
"Gelî birayên Hikûmeta Bexdayê ez dixwazim ku hûn bi awayekî ciddî û bi hêminî temaşeyî têkiliyên me yên tarîxî bikin ka çi bi ser de hatiye. Digel hemû tiştî em hatin Bexdayê. Feqet gelo we heq û hiqûqa xelkê Kurdistanê bi ehemmiyet wergirt? Gelo we rûyekî xweş û geş nîşanî me da ku hêviya me hebe? Belê di destpêkê de em li ser destûr û şirîkatiyê li hev hatin. Rola Kurdistanê di avakirina Iraqa nû de gelekî eşkere ye. Lê we hemû rêkeftin têk birin."
Barzanî li ser heman mijarê wiha dewam kir:
"Hewceyî toreyî û tehdîdê nake û gilî li xwe bikin. Hûn bûn ku we bi vekirî siyaseta xwe ji me re got. We bi dengekî berz ji me re hevpeymaniya Kurd û Şiiyan nema. Rêzê li îradeya xelkê Kurdistanê bigirin. Gelo rewa ye ku hûn dengê bi milyonan înanî neşer'î bizanin? Ev mentiq dûr e ji mentiq û eqliyetê. Her xelk bi xwe biryara xwe ne hinekên din."
Serokê Herêmê Barzanî, got berdewamiya tecrubeyeke şikestî fêdê nagihîne tu kesî.
Barzanî wiha bangewazî kir:
"Li cihê tehdîdê werin em bi dostanî bikevin guftûgoyeke ciddî û dema pêwîst jî bi guftûgoyê bidin. Da ku em bibin du cîranên baş. Li gor me muzakere rêya herî baş e ku bigihên pêşrojeke ji bo me hemûyan baştir."
Careke din behsa armanca xwe ji referandûmê kir û got:
"Referandûm ne ji bo ferzkirin û emrê waqî ye. Ne ji bo diyarkirina sînor e. Tenê ji bo wê yekê bû ku em bi rêyeke demokratîk û aştiyane raya xwe li ser çarenivîsa xwe diyar bikin. Ez careke din daxwaz ji we dikim ku werin em bi guftûgoyê çareseriya kêşeyan bikin. Dawa li birêz Heyder El Îbadî û hemû hêz û aliyên Iraqê dikim ku yên baweriya wan bi guftûgoyê heye bila deriyê muzakereyê danexin. Lewra tenê guftûgo çareserî ye. Yan na her cezayê ku li ser xelkê Kurdistanê were sepandin ji Enfal, kîmyabaran û komkujiyê û nanbirîne bitesîrtir nabe. Werin em dersê ji paşerojê bigirin. Em di hemû şert û mercan de bal dikişînin ser biratiya Kurd, Ereb, Tirkmen û pêkhateyên din. Nabe bi tu awayî birayetiya xelkan were têkbirin."
Ji bo welatên cîran jî Barzanî ev peyam da:
"Em naxwazin bi tu awayî problemek rû bide. Baştir e roleke erênî ji bo çareseriya aloziyên Hewlêr û Bexdayê bilîzin. Divê guh bidin Herêma Kurdistanê. Rêya rast ev e ne tehdîd û gef. Ev bîst û pênc sal in ku me selimandiye ku faktorê tehdîdê nînin û amilê asayiş û îstiqrarê ne. Em hemû caran rola Îran û Tirkiyê di kîmyabaran û rojên teng de berz dinirxînin. Ez dubare dikim ku guftûgo û jihevfêmkirin rêya rast e û çareseriya kêşeyan e. Ne zimanê tehdîd û tundiyê. Herwiha em tekîda têkiliyên dostanî di navbera me de dikin."
Ji bo raya navneteweyî jî got:
"Em raya giştî ya navneteweyî dilniya dikin ku em ji niha ve ji bo çareseriya probleman amadeyî guftûgoyê ne bi Bexdayê re. Me rêya aştiyê digel hemû aliyan bijartiye. Em dubare dikin ku dibin beşek aktîf di şerî dijî terorê de. Herwiha penaber xwişk û birayên me ne."
Di dawiyê de ji xelkê Herêma Kurdistanê daxwaz kir ku ji hemû deman zêdetir yek û teba bin.