19 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2015
HEWLÊR
Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê ya li Hewlêrê Mihemmed Baziyanî diyar kir ku bi destê hin hêzên ku îdia dikin mafê kurdan diparêzin va dixwazin ku asayîş û aramiya Tirkiyeyê têk bibin.
Baziyanî girîngiya Tirkiyeyê ya di nava alema îslamê de, geşadanên herêmî yên li Iraq û Sûriyeyê û krîza siyasî ya li Herêma Kurdistana Iraqê ji bo peyamnerê AAyê nirxand.
Baziyanî bal kişand ku helwesta Tirkiyeyê ya der heqê rûdanên li Rojhilata Navîn û meseleya Filistîn û Qudsê de ji bo alema îslamê girîng e û wiha got: "Siyaseta Tirkiyeyê ya li herêmê têkbirina dîktator û rejîmên zilmê li dijî berjewendiya Îsraîl û hin welatên li herêmê ne. Ev polîtîka ne li gorî berjewendiya derûdorên ku siyaseta Şîe dimeşînin e jî. Osmaniya bi sedan salan hukmê vê herêmê kirin. Naxwazin ku careke din li herêmê dewleteke ku di warê leşkerî, aborî û siyasî de bihêz e were avakirin. Li herêmê hebûna Rûsyayê jî bi polîtîkayên Tirkiyeyê re têkildar e."
Baziyanî qala çareserkirina pirsa kurd jî kir û wiha got: "Perspektîfa Tirkiyeyê ya ji bo çareserkirina pirsa kurd, ne li gorî berjewendiya hin welatên herêmê ne. Heger siyaseta Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglu were teqîbkirin li herêmê aborî û ewlekariyê xurt bibin."
- "Dixwazin aramiya li Tirkiyeyê têk bibin"
Baziyanî got ku bi destê hin hêzên ku îdia dikin mafê kurdan diparêzin va dixwazin ku asayîş û aramiya Tirkiyeyê têk bibin û wiha axivî:
"Haya min jê heye ku ji bo çareserkirina pirsa kurd ji 2003 û vir ve plan û programeke AK Partiyê heye. Du sal berê raporeke welatekî li dora me ket destê min. Di raporê de wiha dihat gotin: 'Divê li Tirkiyeyê hizûr û ewlekarî tunebe. Divê li vî welatî pêşketin were rawestandin. Tirkiyeyê deynê xwe yê ÎMFyê qedand. Aniha deynê ÎMFyê ji Tirkiyeyê re heye.' Îro welatên ku di nava krîza aboriyê de ne ji pêşketina Tirkiyeyê aciz in. Welatên dinyayê jî çekan difiroşin me da ku em hevdu bikujin. Dixwazin bira sikûnet û aramî nemîne."
Baziyanî destnîşan kir ku bi xêra firmayên ku ji Tirkiyeyê hatin herêma kurdan gelek bipêş ket û wiha got: "Herêma Kurdistanê namzed bû ku 10 sal şûnde bibe Dûbaî. Lêbelê şerê DAEŞê hertişt serûbinî kir. Ev senaroyek bû ku kurdan meşxûl bike."
- Koalîsyona Rûsya-Iraq-Îran-Sûriyeyê
Baziyanî îdia kir ku koalîsyona Rûsya-Iraq-Îran-Sûriyeyê ya ku li hemberê DAEŞê hat avakirin siberoj dibe ku ji bo hêzên Iraqê bibe "talûke" û wiha diyar kir, "Bexdaya ku aniha navenda koalîsyonê ye heger hêza wê xurt bibe, mimkûn e ku herêma kurdan têxe nava şerekî."
- "Îran naxwaze ku herêma kurdan aram û biîstiqrar be"
Baziyanî îdia kir ku Îran naxwaze ku li herêma kurdan aramî û îstiqrar hebe û wiha pê de çû: "Ji bo herêmê hin planên Rûsyayê jî hene. Ji ber vê jî Barzanî hebûna Rûsyayê ya li Sûriyeyê ji bo xwe wekî gefekê dibîne. Barzanî ji Rûsyayê xwestibû ku li Sûriyeyê tenê bira li DAEŞê bixe. Lêbelê Rûsya li Sûriyeyê ne DAEŞê, li hêzên muxalif dixe. Rûsya eşkere dibêje ku hêzên muxalif jî terorîst in. Ji ber hindê Rûsya ji bo Esed hêzeke teqwiye ye. Rûsya îro ji ber ku li dijî Esed in li komên muxalif dixe. Sibê bi hinceta ku li dijî mutefîqê wê Bexdayê ne dikare li hêzên Pêşmerge jî bixe."
- "PYD bi rejîma Esed re hevkariyê dike"
Baziyanî destnîşan kir PYDya ku li bakûrê Sûriyeyê fealiyeta xwe dimeşîne bi rejîma Esed re "hevkariyeke xurt" ava kiriye û wiha dewam kir:
"Şaxa çekdar a PYDyê, YPG li hemberê DAEŞê şer dike û bi rejîma Esed re jî hevkariyê dike. Di navbera wan de têkiliyeke xurt heye. Lêbelê siberoj Rûsya dikare li unsûrên çekdar ên girêdayî PYDyê jî xe. Aniha PYD û Esed mitefîq in, lê heger di nava berjewendiyên wan de nakokî çêbe, îhtimaleke dûr nîne ku Rûsya li wan bide. Rûsya ji bo ku sînorên Esed mihafeze bike, ket Sûriyeyê. Ji bo ku rejîma Esed li ser piyan bimîne Rûsya lê dide. Ev şaşiyeke pir mezin e. DYA û Tirkiye jî dê piştgiriyê bidin muxalefeta Sûriyeyê. Ji ber hindê dibe ku şerê li Sûriyeyê mezintir bibe û bibe şerekî herêmî."
- Krîza Siyasî ya li HKIyê
Baziyanî qala krîza siyasî ya di navbera Partiya Demokratîk a Kurdistanê û Hereketa Goranê de jî kir û got rûdanên ku li bajarê Silêmaniyê qewimîn, li deverên li ser sînor rû dan û wiha pê de çû:
"Tiliya hin hêzên navdewletî, dewletên herêmê û rêxistinên îstixbaratê di nava van xwepêşandanan da hene. Bi taybetî jî dixuyê ku welatên cîranên Kurdistanê di nava xwepêşandanan da hene. Dema ku meriv mêze dike, meriv dibîne ku xwepêşandan li herêmên sînor qewimîn. Navçeya Keladizê, Helebce, Kelar û Kifrî tev li ser sînor in."
Baziyanî diyar kir ku li hemberî krîza aboriyê ya li HKIyê ew şaş û metel maye û axaftina xwe wiha kuta kir:
"Li herêma Kurdistanê neft, xaz, berhemên din ên binerd, dewlemaniya axê û navendên tûrîzmê gelek in. Biqasî Libyayê nefta me heye. Heger pergaleke rêkûpêk û adil were danîn ev neft ji bo 5 milyon mirovî pir e jî. Li cihekî ku rojane milyonek waril neft tê îxrackirin 3 mehan maaşê karmendan nayê dayîn, ev rewşeke pir ecêb e. Heger rêveberiyeke me ye bibasîret û bihêz hebe, aboriya me dê ji ya Kuweyt û Erebistana Siûdî baştir be."