HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî ji ber serkeftina wan ya di hilbijartinê de ji Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan û birêvebiriya BDPyê re peyama pîrozbahiyê şand.
Peyama pîrozbahiyê ya ku Barzanî ji Erdogan re şand li ser malpera fermî ya serokatiya HKIyê hat weşandin.
Barzanî got ku encamên hilbijartina herêmî ya 30yê adarê de dê bandoreke erênî li ser pêvajoya çareseriyê ya Tirkiyeyê bike û peyamê wiha berdewam kir: "Birê min Seokwezîrê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, ez ji ber ku pêvajoya hilbijartinên herêmî yên li Tirkiyeyê bi serkeftinê encam bû û ji ber serkeftina partiya we ji dil û can we û gelê Tirkiyeyê pîroz dikim. Bêguman ev pêvajo ji bo ku li Tirkiyeyê demokrasî rûnê û vîna gel derkeve holê gelekî girîng bû. Ez ji vê yekê bi bawer im ku dê encamên hilbijartinê bandoreke erênî li ser pêvajoya çareseriyê ya Tirkiyeyê bike. Ez hêvî dikim ku aştî, biratî û pêşketina li welatê we xurtir be û berdewam bike."
Barzanî ji birêvebiriya BDPyê re jî peyama pîrozbahiyê şand û got ku kurd bi rêyên siyasî û demokratîk pêş dikevin û bi ser dikevin, ev rewş jî me kêfxweş dike.
Barzanî diyar kir ku ev serkeftina ku bi rêyên aştiyane û demokratîk hat bidestxistin gelekî girîng e û wiha axivi: "Ev geşedan dê bibe sedem ku çanda aştî û biratiyê hê xurt bibe û dê bibe sedem ku li Tirkiyeyê pêvajoya çareseriyê hêz bigre. Em ê jî wek herêma Kurdistanê piştgiriyên xwe yên ji bo birayên xwe yên li Tirkiyeyê berdewam bikin."