HEWLÊR
Hat ragihandin ku li bajarê Hewlêra Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) 3 hezar şirketên biyanî kar dikin û rojane hezar biyanî destûra rûniştinê digirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji rayedarên HKIyê bi dest xist, li Herêma Kurdistanê di sala 2013an de 109 hezar û 444 welatiyên tirk destûra xebatê girtin. Li gor daneyên Wezareta Çand û Tûrîzmê jî sala par ji Deriyê Sînor ê Xebûrê milyonek û 203 hezar û 886 welatiyên tirk derbas bûn.
Midûrê Îqametê yê Hewlêrê Yadîgar Enwer Ferec der barê vê mijarê de agahî da AAyê û diyar kir ku rojane hezar biyanî destûra xebat û rûniştinê digirin û wiha got: "Herî zêde welatiyên Tirkiyeyê destûrê digirin. Ev jî nîşan dide ku potansiyela me ya ticaretê ya bi Tirkiyeyê re zehf e."
Ferec destnîşan kir ku ji bilî Tirkiyeyê ji Sûriye, Îran, Etîyopya, Somalî, Hindistan û Amerîkayê jî ji bo xebatê mirov tên herêmê.
Ferec diyar kir ku pêşî ji bo 15 rojan vîzeyê didin ên ku bi rêya hewayê û bejayê tên herêmê, yên ku bixwazin zêde bimînin jî piştî temamkirina proseduran serî li Midûriyeta Îqametê didin.
Ferec destnîşan kir ku yên dixwazin 6 meh an jî salekê bimînin jî ji cihên xebatê belgeya xebatê divê bînin û ji bilî vê jî testa xwînê û belgeya sicîla ewlehiyê divê bînin û wiha got: "Yên ku van belgeyan neynin, nikarin li vir bimînin. Heke wiha nebe dê yên ku ev kontrolana nekirine werin herêma me. Ev jî him ji bo me û him jî ji bo yên ku tên vir xetere ye. Mesela em kesên ku bi wan re nexweşîna aîds û hepatîtê hebe der sînor dikin. Zagonên me wiha hewce dikin."
Ferec diyar kir ku ji bo serdanan zû çêbikin kar û barên xwe bi awayekî elektronîk dikin û wiha axivî: "Tenê li bajarekî hezar destûrî didin biyaniyan û ev ne hêasn e. Di vî warî de her diçe em pêş de diçin. Wekî berê dosyeyên tu kesî wenda nabin."
Ferec destnîşan kir ku carna hikûmeta Bexdayê destûrên ku HKIyê qebûl nake û ji ber vê jî welatiyên biyanî tengasiyê dikşînin û wiha got: "Welatiyên biyanî bi vîzeya me tenê dikarin biçin Silêmaniye û Dihokê, nikarin derbasî cihên ku di destê hikûmeta Bexdayê de ne. Çimkî hikûmeta Bexdayê van destûrên ku em didin qebûl nake. Em dixwazin ku destûrên ku HKI dide li her derê Iraqê derbas bibin. Di vê mijarê de xebatên hikûmeta me didomin."
Me li kampan ofîs vekir
Ferec der barê rewşa penaberên Sûriyeyê de jî agahî da û destnîşan kir ku li kampên Dareşekran, Kûştepe, Basirma û Kevirgosikê ofîs vekirine. Ferec di berdewamiyê de diyar kir ku di vê mijarê de Walîtiya Hewlêrê û UNESCO jî piştgiriyê dide û wiha got: "Çimkî yên ku dixwazin ji kampê derkevin û xanî bigirin divê destûra fermî ya rûniştinê bigirin."
Ferec destnîşan kir ku ji bilî Midûriyeta Îqametê ya Hewlêrê li Haci Umran û Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê yên li ser sînorên Îranê jî ofîsên me hene.