HEWLÊR
Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm peywira avakirina hikûmetê da Heyder el-Abadiyê namzedê Îtifaqa Şiiyan a Neteweyî. Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî jî da zanîn ku piştgiriyê dide hikûmetavakirina Abadî.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Serokatiya HKIyê hat dayîn Barzanî telefonî Mehsûm kir û geşedanên dawîn nirxand.
Barzanî ji ber ku li gor Destûra Bingehîn a Iraqê tevdigere Mehsûm pîroz kir û xwest ku Abadî ku ji bo avakirina hikûmeta nû hat peywirdarkirin ji bo dahatûya welêt bi xêr be. Barzanî di axaftinê de diyar kir ku di vê mijarê de ji dil piştgiriyê didin Mehsûm û xwest ku bi ser bikevin.
Îtifaqa Şiiyan a Neteweyî Arîkarê Serokê Parlementoya Iraqê Abadî wekî namzedeê serokwezîrtiyê nîşan dabû û Serokomar Fûad Mehsûm jî Abadî bi avakirina hikûmetê peywirdar kiribû.
Serokê Koalîsyona Dewletê û Serokwezîrê Iraqê Nûrî el-Malikî bi tundî bertek nîşanî peywirdarkirina Abadî ya ji aliyê Mehsûm ve dabû. Malikî parastibû ku ev yek derbeyek e li ser Destûra Bingehîn a Iraqê. Malikî her wiha mijar biribû Dadgeha Federal a Iraqê.
Piştî DYAyê Îranê jî da zanîn ku piştgiriyê dide namzediya serokwezîrtiya Abadî.
Kurd, sunî, Serokê Şiî Elî Sistanî û komên şiî ên dijberê Malikî serokwezîrtiya Abadî erênî dibînin.