PARÎS
Hat ragihandin ku Serokomarê Fransayê Françoîs Hollande biryar da ku ji bo kurdên ku li hember Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) şer dikin "di saetên pêşiya me de" çekan bişîne.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Qesra Elyseeyê ve hat dayîn de bal kişandin ku li Iraqê bi taybetî li herêmên kurdan rewşa mirovahiyê her ku diçe xirab dibe û hat diyarkirin ku divê civaka navneteweyî demildest bi vê mijarê re eleqedar bibe.
Di daxuyaniyê de destnîşan kirin ku Fransa dê bi birêvebiriya nû ya Iraqê re di mijara pêkanîna arîkariya ku hewce dike de roleke aktîf bilîze. Daxuyaniyê de dan zanîn ku di rojên borî de Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Laûrent Fabîûs bi xwe şopand ka gelo ew arîkariya Fransayê şandibû giha cihê hewcedar an na.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
Serokomar Hollande wekî ku berê di axaftina xwe ya li ser telefonê ya bi Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî re gotibû, Fransa ji bo ku kapasîteya hêzên ku li herêmê li hember êrîşên DÎŞIyê şer dikin zêde bike, amade ye. Serokomar Hollande ji bo ku bersiva hewceyiyên acîl ên ku serokên kurd ên li herêmê xwestibûn bide, bi birêvebiriya Bexdayê re jî li hev kir. Serokomar biryar da ku dê di saetên pêş de çekên ku xwestibûn bidin kurdên li Iraqê."
Di daxuyaniyê de cardin piştgiriya ku didin Heyder el-Ebadiyê ku ji bo avakirina hikûmetê hat peywirdarkirin, hat destnîşankirin û di têkoşîna bi DÎŞIyê re de bal kişandin li ser parlementoyeke ku her kesî temsîl dike.