Ahmet Aydın
27 Mijdar 2018•Rojanekirin: 28 Mijdar 2018
HEWLÊR
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî piştevaniya xwe ya ji bo geşepêdana bazirganiyê digel Tirkiyeyê dubarekir.
Li gorî daxuyaniya li ser malpera înternetê ya fermî ya Barzanî, Serokwezîrê HKIyê li Qesra Serokwezîriyê ya li Hewlêrê pêşwazî li karsazên Batmanî û Diyarbekirî yên ku bi mebesta serdanan hatine Herêmê kir.
Hat ragihandin ku dicivînê de gotûbêj li ser bazirganiya Tirkiyeyê ya digel herêmê hatiye kirin.
Serokwezîr Barzanî piştevaniya xwe ya ji bo geşepêdana bazirganiyê digel Tirkiyeyê dubare kir û derbarê geşepêdana têkiliyan digel Tirkiyeyê di hemî waran de jî hêviyên xwe anîn ziman.
Barzanî destnîşan kir ku hikûmeta Tirkiyeyê û gelê wê di rojên dijwar de ti carî alîkarî û piştevaniya xwe nebirîne û ji ber vê sipasiya hikûmet û gelê Tirkiyeyê kir.
Heyeta karsazan jî bal kişand ser hewlên geşepêdana têkiliyên bazirganî yên di navbera Tirkiyeyê û HKIYê de û tekezî li wê yekê kirin, dê hewla vejandina têkiliyên digel HKIyê bidin.
Heyetê di mijara bilindkirina qebareya bazirganiyê digel HKIyê de, pêşniyaz kirin ku navendeke bazirganiyê ya mayinde li Herêma Kurdistanê bê vekirin.
Serqonsolê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê Hakan Karaçay, Serokê Lijneya Rêveberiyê yê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê yê Batmanê (BATSO), Serokê Lijneya Rêveberiyê yê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê yê Diyarbekirê (DTSO) Mehmet Kaya jî beşdarî civînê bûn.
Odeyên Bazirganî û Pîşesaziyê yên Batman û Diyarbekirê duh digel Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Hewlêrê peymana hevkariyê îmza kiribûn.