Ahmet Aydın
26 Mijdar 2018•Rojanekirin: 27 Mijdar 2018
KÎEV
Ukraynayê ji ber ku keştiyên cengê yên Rûsyayê li Deryaya Reş nêzîkî Geliyê Kerçê bi çek midaxeleyî keştiyên wê yên cengê kir, rewşa dereasayî ragihand.
Parlementoya ku bi daxwaza Serokê Dewletê Petro Poroşenko civiya, tê de biryarnameya ku dixwaze piştî 28ê mijdarê heta 30 rojan bibe îdareya rewşa dereasayî hat qebûlkirin.
Di parlementoyê de ji 330 parlemeterî 276an dengê belê da biryarnameyê û qebûl bû.
Li gor biryarnameyê rewşa eskerî ya dereasayî dê 28ê mijdarê roja çarşembê bi dema herêmî seat 09.00an dest pê bike.