Muhammet Kurşun
20 Hezîran 2017•Rojanekirin: 21 Hezîran 2017
HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya Nûnerê Sekreterê Giştî yê NYê Jan Kubis kir.
Li gor malpera resmî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê Barzanî û Kubis, rewşa siyasî û emnî ya Iraqê, referandûma serxwebûnê û pêvajoya siyasî ya li herêmê nirxandin û der barê têkiliyên Hewlêr û Bexdayê de jî guftûgo kirin.
Barzanî û Kubis di hevdîtinê de li ser referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê axivîn