Muhammet Kurşun
20 Hezîran 2017•Rojanekirin: 20 Hezîran 2017
MELBOURNE
Awustralyayê piştî gengeşiya di navbera Emrîka û Rûsyayê de ku firokeya Sûriyê hat xistin operasyonên esmanî li Sûriyê bi awayekî demkî dan sekinandin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Awustralyayê operasyonên esmanî li Sûriyê bi mebesta tevdîrê hatin sekinandin.
Hat diyarkirin ku operasyon tenê li Sûriyê hatine sekinandin û Iraq ne di vê çarçoveyê de ye.
Hat destnîşankirin ku rewşa saheya esmanî li Sûriyê ji nêz ve tê şopandin û dema "wext hat" dê operasyon dîsa dest pê bikin.