Di rapora ku Neteweyên Yekbûyî (NY) amade kir de hat eşkerekirin ku hêzên muxalifan zarokên li Sûriyeyê tevlî şer kirine. Rejima Sûriyeyê û milîtanên girêdayî rejimê jî di îşkencexaneyan de li zarokan îşkenceyên giran kirine.
Rapor ji bo ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Kî-mûn, pêşkêşî Konseya Ewlehiyê ya NYê bike hat amade kirin. Heta niha derbarê îşkenceya ku li zarokan hatiye kirin de tu rapor nehatine amadekirin. Yekemîn rapora ku derbarê vê mijarê de hatiye amadekirin ev e. Di raporê de sûcên ku di navbera 1ê adara 2011an û 15ê çiriya paşîna 2013an de hatine kirin cih digirin.
Di raporê de hat diyarkirin ku Artêşa Azad a Sûriyeyê zarokên ku malbatên wan di encama êrîşên rejîmê de mirin û zarokên ku li kampên welatên cîran de dijîn tevlî nav artêşa Sûriyeyê dikin û bi zarokan şer didin kirin. Hat tesbîtkirin ku hin zarok tevlî şer bûne û wek wezîfe pejirandine.
Di raporê de hat eşkerekirin ku nêzikî 3 salan e li Sûriyeyê şer dewam dike û di şer de zêdetirîn 100 hezar mirov mirin. Li gor daneyan di nav kesên ku mirine de zêdetirîn 10 hezar zarok hene.